Kurdistan
Nexwesxaneya qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê tê vekirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê meha nîsanê ji bo nexweşên kîmyabarana Helebceyê nexweşxaneyeke taybet li vî bajarî were vekirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Rêkewt Heme Reşîd di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dê nexweşxaneya kîmyabaranê xizmeteke baş bide nexweşên vê êrişê.
Herwiha diyar kir ku dê di rewşa qurbaniyên kîmyabaranê fe jî guherînên berbiçav çêbibin.
Wek din nexwşên ji ber vê êrişê jî anîn ziman ku ew li bendê de ev nexweşxane di zûtirîn demê de bikeve fealiyetê û xizmetê bide wan.