TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nîmet Dawûd: Tifaqa Kurdan ne li dijî welatên cîran e

Admin H
Nivîskar
📅 20 sibat 2020 23:18

PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya Encumena Nîtimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nîmet Dawûd derbarê hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de axivî got, ew li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî guhertina demografîk in û wan ev nêrîna xwe ji Enqerê re bi zelalî gotiye.

Dawûd herwiha dibêje, “Yêkrêziya Kurdan daxwaza gelê me heye û ew niha bûye pêwîstiyeke girîng. Bila ev yek jî bê zanîn ku tifaqa Kurdan dê ne li dijî ti welatên cîran be."

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nimet Dawûd ku Skreterê Giştî yê Partiya Wekhevî ye, li ser hevdîtina doh 19ê Sibatê ya li Enqerê, ji televizyona Rûdawê re axivîye û gotiye, ew hevdîtina ligel Mevlut Çavuşoglu, weke ENKSê li ser daxwaza wan bûye û wan di dema êrîşa Tirkiyê ya ser Serê Kaniyê û Grî Spî de daxwaza hevdîtinê ji rayedarên hikûmeta Tirkiyê kiribû.

Nîmet Dawûd dibêje: “Lê mixabin heta îro ev civîn paş ket. Bê guman ev civîn girîng bû. Bi taybetî piştî rêkeftina di navbera me û îtilafa Sûriyê de ev civîn hate encamdan ku girîngiya wê heye.”

Dawûd destnîşan kir ku ji bo parastin û başkirina rewşa xelkê Serê Kaniyê, Grî Spî û Efrînê, ligel Îtilafa Sûriyê wan rêkeftinek kiriye û wan ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku piştgiriya wê rêkeftinê bike. Heger Tirkiye piştevaniya rêkeftina di navbera ENKS û Îtilafa Sûriyê de neke, zehmet e ku ew rêkeftin were cîbicîkirin.

Dawîd daye zanîn ku wan ligel şanda Tirkiyê rewşa giştî ya siyasî gotûbêj kirine û dide xuyakirin: “Ji ber rola wê ya li Sûrî û badora wê ya li ser Îtilafê, em piştgiriya Tirkiyê girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de, me derfeta nîqaşan dît. Me taybetî behsa mercên vegera gelê xwe bo mal û warên wan kir.”

Nîmet Dawûd diyar dike ku di beşeke din a civînê de, wan hewlên guhertina demografîk şermezar kirine û aliyê Tirkiyê jî gotiye ku ew li dijî guhertina demografîk in.

Li ser yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî Dawûd daye xuyakirin, “Li ser mijara yêkrêziya Kurdan daxwaza gelê me heye û ew niha bûye pêwîstiyeke girîng. Bila ev yek jî bê zanîn ku tifaqa Kurdan dê ne li dijî ti welatên cîran be. Tifaqa Kurd dê di berjewendiyên me û aştiya herêmê de be.”

Parve bike: