TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nûnerê Kurdistanê yê Îspanya dest bi kar kir

Admin H
Nivîskar
📅 15 tebax 2023 22:51

PeyamaKurd – Di merasîmeke bi beşdariya Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de, nûnêrê Herêma Kurdistanê yê Îspanyayê Darewan Xefar dest bi kar kir.

Sefîn Dizeyî di merasîmê de got, di çarçoveya pêşxistena pêwendiyên ligel welatên derve û civaka navdewletî de, îro Darewan Hemîd Xefar bo nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Îspanyayê hate erkdarkirin.

Dizeyî ji bo xebata di berjwendiyên Kurdistanê de serkeftin ji Xefar re xwest û piştevaniya xwe bo wî anî ziman.

Sefîn Dizeyî beriya niha ragihandibû ku li 14 welatan nûnertiyên Kurdistanê hene û heger şert û merc guncaw bibin ew niyet dikin li hin welatên Erebî û çend welatên din jî nûnertiyên xwe vekin.

Parve bike: