TR KU SO
FB X
Kurdistan

PAK: “Îran di êrîşa ser Pêşmergeyên me de fosora sipî bikaranî”

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2026 22:41

PeyamaKurd – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku di êrîşa Îrane ya ser kampa nêzî Erbîlê de, fosfora sipî bikaraniye.

Partiya PAKê got ku di êrîşa ser Pêşmergeyan de 9 Pêşmergeyên PAKê birîndar bûne, di bedena wan de şewitandinên kûr hene lê ravekirina dawiyê dê piştî raporên wan yên tenduristiyê bê ragihandin.

Kampa PAKê li derveyê Erbîlê bi 50 km yan dûre. Kampa bi navê Dareşekranê di19ê Temmûzê de, de seet di 02.00an de ketiye ber êrîşa İHAyan.

Endamê komita navendî yê PAKê Edib Xalidiyan bi Rûdawê ragihandiye ku muhîmmata di İHAyan de bikaranîne, ji yên berê cudane. Xalidiyan gotiye:

“Êrîş, bi yek İHAyekî hat kirin lê teqemeniya tê de ji yên carên din cuda bû. Teqîn û şewata ku derxist, ne weka yên berê bû. Di êrîşê de 9 Pêşmergên me birîndar bûn. Di bedena wan de bi temamî şewatên kûr çêbûn. Me 8 Pêşmergeyan bir nexweşxanê lê rewşa 4 Pêşmergeyan baş nîne.”

Li ser mijara bikaranîna fosfora sipî ya di İHA yê de rayedarê PAKê gotiye:

“Fikra me ew e ku di muhîmmata İHAyê de fosfora sipî hebûye. Şiddeta şewatê, firehiya seha ku bandorê lê kir û şewatên ser bedenên birîndaran, vê fikra me piştrast dike. Lê em li bernda rapora doktoran ya tenduristiyê ne.”

PAK, piştî êrîşan daxwuyaniyekî nivîskî belav kir û tê de got ku di muayeneya ewilî ya birîndaran de û delîlên ku me li ciyê rûdanê diye, îşaretê dide bal bi bikaranîna fosfora sipî de û dewam dike:

“Ev ne tenê êrîşekiye lê di heman wextê de îhlala hûqûqa mirovî ya navdewletiye.”

Munaqeşeya li ser Fosfora Sipî:

Fosfora sipî dema bi oksîjena nav hewayê re têkilî dike, madekî kîmyewiye ku bi xwe dişewite. Bikaranîna li ser mirovan an sîvîlan qedexeye lê bi armanca çêkirina dûmanê û rohnîkirinê bikarbînin qedexe nîne.

Parve bike: