TR KU SO
FB X
Kurdistan

PAKê li ser 81 saliya darvekirina Seyîd Riza û rêhevalên wî daxuyanî da

Admin S
Nivîskar
📅 15 mijdar 2018 15:21

PeyamaKurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo salvegera darvekirina Seyîd Riza û rêhevalên wî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "81 sal berê, di  roja 15.11.1937an de  rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Ereseya  Genim bi awayekî zalimane hatin îdamkirin.”

Berdewama daxuyaniya PAKê wiha ye: “Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza  û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê  Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.

Dewleta Tirkîyeyê bi siyaseta şaş û nemirovane, bi deh hezaran însanên me qetil kirin. Bi hezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan. Bi gotina kesên ku qesasên  qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me  qir kirine. Lê Dewleta Tirkîyeyê  her wekî  Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.

Dewleta Tirkîyeyê  bi qetlîamên  Qoçgirîyê, Şêx Seîd, Zîlan, Sason û yên din xwest Kurdistanê bi temamî dagir bike û gelê me bi  qirkirin û  nefî kirinê ji holê rabike.Qetlîama Dêrsimê û darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî jî berdewamîya vê sîyasetê bû.

Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî  îro jî wê alaya ku pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanî yê nemir kiribû, li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 81emîn salvegere qetilkirina wan de,  di şexsê Seyîd Riza de em hemû qurbanîyên vê jenosîdê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîr tînin."

Parve bike: