TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgarê Duhokê serdana Almanyayê kir

Admin L
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2021 17:00

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana Almanyayê kir û biryar e li wî welatî çend rêkevtinan îmze bike.

Li gor zanyariyan Parêzgarê Duhokê Elî Teter do Duşemê 12ê Tîrmeha 2021ê, bi serdaneke fermî gihîşt Herêma North Rhine-Westphalia ya Almanya û bi seroka Parlamentoya wê herêmê û hejmarek wezîr û berpirsan re civiya. 

Di hevdîtinan de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Herêma North Rhine-Westphalia, alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan, rola Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de, pêkvejiyana berdewam a li herêmê û babetên wek jîngeh, kulturî, perwerde û xwendina bilind hatine gotûbêjkirin.

Her du aliyan hêviya bihêzkirina peywendiyên dualî xwestine.

Ji aliyê din ve Elî Teter ji Rûdawê re diyar kiriye, ew dixwazin pêwendiyên wan li gel Almanya berdewam bin û  di warê cûda de bêne pêşxistin.

Elî Teter da zanîn: “Plana vê serdana fermî ji bo Almanyayê, ji zû ve hebû. Lê ji ber Koronayê me nekarîbû pêk bînin. Em ligel seroka parlamentoyê civiyan û biryar e niha jî ligel Cîgirêserokwezîr, û wezîrên koç û koçberiyê, perwerdeyê bicivin. Armanca me ji vê serdanê du babet in; yek gîhandina spasiyên xwe ji bo Almanyayê ku alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybetî alîkariya parêzgeha Duhokê kiriye.”

Teter herwiha destnîşan kir, wan daxwaz kir ku pêwendî berdewam bin û wiha got: “Di heman demê de me daxwaz kir ku ev pêwendî tenê di warê mirovî de nebin û ji aliyê siyasî, kulturî û aborî ve berfirehtir bibin. Wan jî bi kêfxweşî pêşwazî li me kirin.”

Parêzgarê Duhokê diyar kir, dê serdana bajarê Essenê jî bikin û li wê derê di warê tendirustî de hinek rêkeftinan pêk bînin.

Biryar e ku rêkeftinek di navbera Duhokê û hin bajarên Herêma North Rhine-Westphalia bêne îmzekirin.

Parve bike: