Kurdistan
Parlamenterê Kurd daxwaza hilwesandina hikûmeta Samê kir
PeyamaKurd – Parlemanterê Kurd di Parlamena Sûriyê de Omer Osê, daxwaz kir ku hikûmeta Şamê dest ji kar vekişe û bawerî jê bê standin.
Parlemanterê Kurd yê Encûmena Gel ya Sûriyê Omer Osê ji K24ê re ragihandiye ku di çarçoveya civîneke Encûmena Gel ya Sûriyê de, wî daxwaza destvekişandin û standina baweriyê ji Hikûmeta Sûriyê kiriye, piştî wêranbûna aboriya Sûriyê û daketina nirxê lîreya Sûrî.
Osê herwiha got, wî daxwaz kiriye ku careke din danûstandinên di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de berdewam bibin û herdu alî jî nermahiyê nîşan bidin.