TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentereke berê ya PDKê koça dawî kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2021 22:02

PeyamaKurd – Parlamentera berê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Berîvan Muslih Xeylanî koça dawî kir.

Hat ragihandin ku îro Înê Parlamentera dema sêyem a Parlamentoya Iraqê ya ser bi lîsteya PDKê Berîvan Muslih Xeylanî koça dawî kiriye.

Emîndarê giştî yê Parlamentoya Iraqê Sîrwan Sîrînî li ser wefata Berîvan Xeylanî got: “Wê jinê roleke mezin di lijneya xwendina bilind a li Parlamentoya Iraqê de girtibû ser xwe.”

Li ser sedema wefata Xeylanî ti hurgiliyek nehatiye belavkirin.

Parve bike: