Parlementerek li Bexdayê, ji bo hilwesîna PDKê doz vekir
PeyamaKurd-Li Bexdayê ji bo hilweşandina PDKê, doz hat vekirin. Hat ragihandin ku doz, ji aliyê parlamantereke Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî ve li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, li dijî Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) hatiye vekirin û di dozê de daxwaza hilweşandina PDKê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku doz ji aliyê parlamentera Fraksyona Dewleta Qanûnê, Aliye Niseyf Casim ve hatiye vekirin. Li gorî ahagiyên berdest, doz bi tohmeta ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, rê li cîbicîkirina biryara Dadgeha Bilind a Federal a di derbarê dosyeya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de girtine, li dijî PDKê hatiye tomarkirin.
Hat diyarkirin ku di gilînameyê de parlamenterê îdia kiriye ku “Ji ber cîbicînekirina biryara Dadgeha Federal, divê li gorî destûr û qanûna partiyên siyasî ya Iraqê, PDK were hilweşandin.’’
Parêzerê parlamentera navborî Mihemed Mecîd Saidî ragihand û got, “Aliye Niseyf Casim, di daxwaza xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku madeya 94 a Destûra Iraqê, hemû aliyan pabend dike ku pabendî biryarên Dadgeha Bilind a Federal bin, lê belê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku herdu jî ji PDKê ne, red kirine ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a taybet, bi girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê û betalkirina qanûna petrol û gazê cîbicî bikin; ew jî berovajî destûrê ye.”
Ji aliyê parêzerê parlamentera Iraqî ve hat gotin ku “Di giliyê Aliye Niseyif de Partiya Demokrata Kurdistanê, wekî sedemê cîbicînekirina biryara Dadgeha Bilind hatiye tohmetbarkirin û daxwaza dûrxistin û hilweşandina wê partiyê dike. Her wiha daxwaz dike ku berbijêrên wê yên ji bo posta serokomariyê û postên din ên desthilatên qanûndanîn û cîbicîkirinê jî bên redkirin.”