TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK-S: Em bi biryar in dîyalogên gera duyem bigihînin encamê

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2020 02:30

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nafî Ebdulla got, di gera duyem a danûstandinên Kurdî – Kurdî de pêkanîna lêvegera siyasî tê guftûgokirin û bi biryar in diyalog bigihîjin encamê.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafi Ebdula ji K24ê re ragihand, mehek e qonaxa duyemîn a diyaloga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) berdewan e û xala girîng a di vê qonaxê de tê guftûgokirin xala pêkanîna lêvegera siyasî ye û guftûgo di asteke baş de didomin bi taybet li ser desthilat û erkên wê lêvegerê.

Nafî Ebdullah tekez kir, ew wek ENKSê bi biryar in ev diyalog bigihe encamên xwe û her dema astengî û zehmetî bikevin pêş diyalogê ewê hewl bidin asankariyan bikin, ta diyalog bi ser bibe.

Li ser birîna avê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve ji ser bajarê Hesekê da xuyakirin ku aliyên diyaloga Kurdî – Kurdî bi aliyê Amerîkî re behsa pirsa birîna avê ji Hesekê dikin, ji bo Amerîka fişarê li Tirkiyê bikin û avê ji ser Hesekê nebire.

Rêveberê PDK-Sê derbarê rûbirûbûna vîrûsa Koronayê û hevkariyên navdewletî de da zanîn, wan wek ENKSê daxwaza alîkariyên tendirustî ji bo rûbirûbûna Koronayê ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û welatên bihêz kirine, lê heta niha tenê alîkarî ji Herêma Kurdistanê gihîştina Rojavayê Kurdistanê.

Parve bike: