Kurdistan
PDK û Goran peymana 4-sala îmza kirin
PeyamaKurd– Îro bi fermî rêkeftinek di navbera PDKê û Tevgera Gorran de hate îmza kirin.
Merasîma îmza kirina rêkeftinê li Pîrmamê birêve çû û ji aliyê PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys, ji aliyê Tevgera Gorran jî endamê xaneya raperandina Gorran Celal Cewher bi navê Tevgera Gorran rêkeftin îmza kirin.
Rêkeftina navbera Gorran û PDKê piştî 7 civîn û hevdîtinên navbera her du partiyan de pêkhat û di dawiyê de jî geheştin rêkeftinekî, ku duh 17.02.2019ê Civata Niştimaniya Gorran ew rêkeftin pejirandibû.
Li gor zanyariyên berdest, rêkeftin ji 30 xalan pêktê û 18 xal taybet derbarê herêma Kurdistanê de ne, 12 xal jî taybet derbarê Iraqê de ne.