TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsmergeyekî berê 20 roj in wenda ye

Admin L
Nivîskar
📅 06 nîsan 2022 16:01

PeyamaKurd  Li Silêmaniyê penaberekî siyasî yê Rojhilatî wenda bûye û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê têe dûvçûnê ji bo wê yekê bikin.

Li gor Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) diyar kiriye, Pêşmergeyekî berê yê wan bi navê Efşîn Emînî, ku du sal berê dest ji Pêşmergetiyê berdaye û wek penaberekî siyasî yê li Silêmaniyê dimîne, şeva 17 meha Adarê ji mala xwe derdikeve û êdî venagere.

Komeleyê herwiha daye zanîn, ji wê demê de ew û malbata Efşîn Emînî li Efşîn digerin lê heta niha nedîtine. Aliyên pêwendîdar jî dibêjin, haya me ji wê yekê nîne. Ji ber wê yekê em pir nîgeran bûne.

Herî dawî partiya Rojhilatî bang li hikûmet û asayişa Kurdistanê kiriye, xebatên xwe ji bo dîtina wî penaberê Rojhilatî berfireh bikin û malbata wî ji nîgeraniya derxînin.

Parve bike: