TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pistî dorpêçkirina du gundan karibûn 7 cenazeyan defin bikin

Admin M
Nivîskar
📅 06 sibat 2021 21:37

PeyamaKurd – Do li bajarê Semsûrê li navçeya Kolik (Kahta) ê di navbera du malbatan de şer derketibû û di encamê de 7 kes hatibûn kuştin. Li ser bûyerê niha 6 kes dibin çav de ne û li baregeha asayîşa cendirmeyan ya Kolikê îfadeyên xwe didin. Cenzayên kuştiyan îro di bin çavdêriya hêzên cendirmeyan de birin gundê wan da bispêrin axê. Bo ewlehiyê du gundan xistin bin dorpêçê û kesên tevlî merasima cenazeyan bûn, cendirme li ser wan geriyan û wan berdan goristanê. Limêja cenazeyan li ser kolanê hat kirin.

Her du malbatên ji Sincikê di navbera wan de arîşeya hilbijartina muxtariyê û lêgerîna berhemên qaçax hebû û lewra navbera wan xweş nîn bû.

Cenazeyên hatin definkirin navên wan ev in:

Mehmet Gözel (61), Mustafa Gözel (43), Mehmet Göğüs (29), İbrahim Göğüs (63), İbrahim Göğüs (32), Yusuf Göğüs (46) û Yaşar Göğüs (21).

Parve bike: