TR KU SO
FB X
Kurdistan

"PKK, sahdamara Herêma Kurdistanê dibire"

Admin M
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2020 16:39

PeyamaKurd – Endamê komisyona Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê parlementoya Kurdistanê Rêbwar Ebdulrehman ragihand ku êrîşa ser xeta petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê PKK ê de hatiye kirin û got:

“PKK şahdamara Herêma Kurdistanê dibire. PKK aboriya Herêma Kurdistanê xistiye hedefa xwe.”

Rêbwar Evdilrehman li ser mijara teqandina xeta petrolê bo Basnews ê weha ragihandiye:

“Hebûna PKK bo aboriya Herêma Kurdistanê tehdîdekî mezine. Gelek caran wan xeta petrolê ya Kurdistanê teqandin. Van lûleyên petrolê, şahdamara Herêma Kurdistanê ne û rizqê xelkê Kurd li ser dahata van lûleyan e. Teqandina xeta petrolê bêwijdaniyeka mezine. Di her wexta ku dijminên me dixwazin statuya Herêma Kurdistanê qels bikin, PKK ê bikartînin. Ji ber wê PKK di sefên dijminan de ciyê xwe digre.”

Parve bike: