TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKK ya fesihbûyî bi navê ‘Tevger’ daxuyanî da

Admin H
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2026 16:06

PeyamaKurd - Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) navê xwe fesih kiriye û biryara çekberdanê dayê, li şûna navê ‘Tevgera Azadiyê’ tenê bi navê ‘Tevger’ li ser yasaya çarçoveyê ya li bendê ne li Parlamentoya Tirkiyê were derxistin daxuyanî da.

Di daxuyaniya Tevgerê de hişyarî hat dayîn ku eger statuya Abdullah Ocalan di yasayê de li ber çavan neyê girtin, ev yek dê li pêşiya bicihkirina pêvajoyê bibe asteng.

Hat gotin ku heta Ocalan nekeve dewrê û pêvajoyê bi rê ve nebe, biryarên ku hatine dayîn û pêwîstiyên qanûnan bi cih nayên.

Herwiha Tevgerê bal kişand ser hevdîtina 20ê Tîrmehê û diyar kir, divê qanûn aştiyê ji xwe re bike armanc.

Herwiha bikaranîna peyvên wekî "teror" û "rêxistina terorê" rexne kir û diyar kir ku aştî beriya her tiştî ji ziman dest pê dike.

Parve bike: