Qamislo | Hêzên asayisê rê nedan ENKS kongreya xwe li dar bixe
PeyamaKurd – Hêzên asayişê rê nedan 4emîn Kongreya ENKSê li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.
Li gor zanyariyan, biryar bû îro 14ê Mijdara 2022an 4emîn Kongreya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata lidarxistin û 150 heta 160 endam di kongreyê de beşdar bibana û kongre rojekê berdewam bikira.
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl diyar kiriye: “Asayişa bajêr rê neda endamên kongreyê derbasî hola kongreyê bibin, bi hinceta ku molet nehatiye standin.”
Hêjayî gotinê ye, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) roja 26 Cotmeha 2011ê li Bajarê Hewlêrê hat damezrandin. Ji 18 partî û rêxistinên Kurdî û kesatiyên serbixwe pêk tê.
Hat zanîn biryar bû ENKSê di vê kongreyê de serokatiyeke nû ji bo ENKSê hilbijêre û lêvegerê ji peyrewa navxwe, bernameya siyasî û karûbarên rêxistinî re bike.