Kurdistan
Qaymeqamê Kanî Masî: Ji ber serê PKK û Tirkiyê elektrîka gundê Hirorê qut bû
PeyamaKurd – Qaymeqamê nehiya Kanî Masî ya bajarokê Amêdiyê diyar kir, ji ber şerê PKK û Tirkiyê elektrîka gundê Hirorê qut bû.
Qaymeqamê nehiya Kanî Masî ya Amêdiyê Serbest Sebrî diyar kir, îro topek li stûneke elektirîka gundê Hirorê ket û elektirîka gund qut bû û 80 malên gund di tariyê de man.
Herwiha Serbest Sebrî da zanîn, tîmên çêkirina elektirîkê îşev nikarin ji ber şer biçin gund, dê sibê qesta wir bikin.