Qubad Talebanî: Wê ji bo xizmeta bastir çaksaziya îdarî dewam bike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel Serokatiya Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran û Fermangehan civînek lidar xist.
Talebanî di civînê de diyar kir ku ew ê ji bo baştir xizmetkirina welatiyan di çaksaziya îdarî de berdewam bin.
Ofîsa Cîgirê Serokwezîr da xuyakirin, îro 1ê Tebaxê Qubad Talebanî ligel Serokatiya Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran û fermangehên ser bi dîwanê, civiya û daxwaz kir, di çaksaziya îdarî de berdewam bin ji bo baştir xizmetkirina welatiyan.
Qubad Talebanî di civînê de diyar kir, pêwîstiya sîstema karkirina ligel saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çaksaziya berdewam heye û got, "Yek ji karên pêşîn ên hikûmetê nehiştina rutîn e li saziyan e."
Herwiha Talebanî eşkere kir, Serokê Dîwanê û Serokê Fermangeh û Rêveberiyan Omêd Sebah di civînê de têbînî û pêşniyarên xwe pêşkêş kirine, ji bo çareserkirina wan kêşeyên ku rûbirû dibin û bi hev re plana çareserkirina wan amade kirine.