Rêxistina jinên PDKSyî ya Qamislo rewsa siyasî nirxandin
PeyamaKurd - Rêxistina jinên PDKSê roja 18.06.2020ê, li bajarê Qamîşlo semînerek li darxist. Mijara semînerê pirsên rêxistinî û siyasî bûn. Di semînerê de berpirsên partiyê yên rêxistinî û endamên rêxistina jinan amadebûn.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, di despêka semînerê de Lawa Delî berpirsa rêxistina jina xêrhatina endaman kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
M.Hesen Remzî , li ser rewşa siyasî axavtinek kir û behsa bûyer û pêşahteyên dawî yên siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Di civînê de, bi firehî li ser hevdîtin û lihevkirina di navbera Encûmena Niştîmanî ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî ji bo Yekîtiyê û yekrêziyê û yek helwesta kurdî de rola serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û li ser piştgiriya wan ya ji bo dosya gelê kurd li Kurdistana Sûriyê hatiye axaftin.
Bi berfirehî, di derheqê Efrînê, Girê Sipî û Serê Kaniyê û binpêkirinên ku li wan deran de tê kirin hat nîqaşkirin.