TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava: Bi Amerîka re danûstendinên li ser muafgirtina ‘Danekirinên Sezar’ berdewam e

Admin L
Nivîskar
📅 23 hezîran 2020 13:50

PeyamaKurd - Rayedarên Kurd ê Rojava ragihandin, li ser muafîyeta danekirinên Amerîka yê li hemberî Beşar Esad danûstendin destpê kirine. Li gor vê, di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û rêxistinên li hemberî DAİŞê ku seroktiya wan Amerîka dike de danûstendinên ji bo muafgirtina van danekiranan çêdibe.

Hat ragihandin ku Amerîka li ser muafgirtina ‘Danekirinên Sezar’ ê Rêveberiya Xweser a Rojava  danûstendinan pêk tîne. Rayedarên Kurdan ji Reuters’ê re ragihandin, soza muafgirtina van danekirinan hatiye dayîn û li ser çarenûsa vê sozê danûstendinên wan berdewam dikin.

Amerîka hefta borî danekirin ‘Danekirinên Sezar’ li hemberî Beşar Esad û derdora wî da destpêkirin. Her çiqas soza muafgirtina ji van danekirinan bo Rêveberiya Xwesar a Kurda kul i hemberî DAİŞê hevkarîya Amerîka kiribûn hatibe dayîn jî, ji ber ‘Danekirinên Sezar’ rewşa aborî ya Kurdên Rojava jî ber bi xerabiyê ve diçe.

Parve bike: