Rojhilat | 8 kesên din bi guleyên rasterast hatin qetil kirin
PeyamaKurd – Di xwepêşandan û serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê de, di nav du rojên dawî de zêdetirî 8 kesên din, bi gule berdana rasterast a hêzên rejîma Îranê hatin qetilkirin.
Li gorî çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê navên kesên hatine şehîdkirin û cihê wan wiha ye:
Bane: “Mutelib Seîd Pêyro” xelkê bajarê Baneyê, “Fireydûn Ferecî” yê 28 salî û xelkê Seqizê li serhildana Baneyê de hatin şehîdkirin.
Mahabad: “Kobra Şêyxe”, “Firîşte Ehmedî” dayîka 2 zarokan û xelkê Serdeştê û rûniştvana bajarê Mahabadê, “Zaniyar Ebûbekrî” yê kurê “Sultan” û “Şaho Xizrî û Îsmaîl Mewlûdî” xelkê Mihabadê.
Qesra Şîrîn: Efşîn Aşam a 28 salî ya xelkê gundê Sorxek Sencabî û rûniştvanê taxa “Palî Abad” a Qesrê Şîrin.
Sine: “Mihemed Şerî`etî” xelkê Sineyê.
Li gorî raporên ji Rojhilatê Kurdistanê, ew welatiyên hatine qetilkirin, bi berdana guleyên rasterast a hêzên rejîma Îranê, di serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê de hatine şehîdkirin.
Ji destpêka xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ve, di xwepêşandan û serhildana Rojhilatê Kurdistanê de, bi dehan kes bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin ku her diçe hêzên rejîmê li hember xwepêşanderan tundtir dibin.