Kurdistan
ROJHILAT | Li Îlamê 3 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Îlamê yê rojhilatê Kurdistanê 3 kesên kurd hatin bidarvekirin.
Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê ragihan ku îro danê sibê li Îlamê 3 girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya bajêr hatin bidarvekirin.
Ew kesên kurd bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û cezayê mirinê bi ser wan de hatibû sepandin ku heta niha tu zanyarî di derbarê nasnameya kesên hatine bidarvekirin ve nehatiye belavkirin.