TR KU SO
FB X
Kurdistan

Safîn Dizayî li Brukselê: Rewşa herêmê di navbera nal û bizmaran de ye

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 16:00

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Safîn Dizayî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Brukselê de ligel Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê Jan Jambon civiya.

Di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên di navbera Hewlêr û Brukselê de hatin axaftin.

Dizayî piştî civînê bal kişand ser metirsiyên li herêmê û got: "Rewşa navçeyê niha di navbera nal û bizmaran de ye."  û tekez kir ku di vê serdemê de rola Belçîka û Ewropayê ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê ji her demê girîngtir e.

Di civînê de her du aliyan li ser berdewamiya hevkariyên di şerê li dijî terorê û piştgiriya hêzên Pêşmerge de li hev kir.

Hêjayî gotinê ye, Belçîka wekî endameke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî, di warê lojîstîk û perwerdeyê de piştgiriyeke xurt dide Herêma Kurdistanê. Jan Jambon diyar kir ku Kurdistan ji bo wan hevalbendeke sereke û giring e. Safîn Dizayî jî spasiya hikûmeta Belçîkayê kir û destnîşan kir ku pêşwaziya germ a li Brukselê nîşaneya kûrbûna pêwendiyên dîplomatîk ên her du welatan e.

Parve bike: