‘Sanda Kurdistanê bi Bexdayê re li hev neke, Kurd deng nadin Kazimî’
PeyamaKurd - Seroka Fraksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî got, wezareta darayî ya Iraqê pişka kurdan e û divê kesekî kurd bibe wezîrê darayî. Parlamentara Kurd Meyade Necar jî got, encamên danûstandinên îro yên şanda Kurdistanê wê diyar bikin bê Kurd deng bidin kabîneya Kazimî yan jî red bikin.
Di lîsteya ku îro bo kabîneya nû ya Mistefa Kazimî hatiye pêşkeşkirin de, kesekî ereb wekî wezîrê darayî hatiye destnîşankirin.
Parlementera kurd û seroka fraksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî li ser vê mijarê ragihand, “Wezaretên darayî û avedankirinê pişka PDKê û kurdan in. Em nahêlin ti kes wan wezaretan ji me bistîne. Ji ber ku em mafên me ne.”
Li gorî BasNewsê parlementera kurd li parlementoya Iraqê, Meyade Necar jî li ser vê mijarê got, diwazin wezareta darayî nedin kurdan, li şûna wê wezareta derve bidin lê heta niha biryara dawî li ser gelek wezaretan nehatiye dayîn.
Meyade Necar da zanîn, wezareta darayî ya me ye û şanda hikûmetê jî di danûstandinan de vê yekê tîne ziman.
Parlementera kurd anî ziman ku encamên danûstandinên îro yên şanda Kurdistanê bi berpirsên Iraqî re dê nîşan bide ka kurd dê deng bidin kabîneya Kazimî yan jî red bikin.