Senaryoya teslîmkirina Kerkûkê ji aliyê xayinan ve
PeyamaKurd - Fermandeyê Cebheya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî, ragihand ku hêzeke di nav YNKê de bi Heşda Şebiyê re li hev hat û ji piştê ve li hêzên Kosret Resûl xist.
Her ku diçe hûrgiliyên teslîmkirina Kerkûkê ji aliyê hêzeke YNKê ve derdikevin holê ka çawa di 16ê Cotmehê de Qudsa Kurdan teslîmî dijmin kiriye.
Fermandeyên Pêşmerge li ser îxaneta 16ê Cotmehê axivîn û agahiyên balkêş dan.
Serokê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemedê Hecî Mehmûd li ser vê mijarê wiha axivî:
"Piştî ku aliyekê çekdar bi Heşda Şebiyê re tifaq çêkir Kerkûk ji destê Kurdan derket."
Kemal Kerkûkî jî got hêzeke YNKê bi Heşda Şebiyê re ji piştê ve li hêzên Kosret Resûl xistiye.
Kerkûkî li ser wê rojê wiha agahî dan:
"Ez 16ê Cotmehê çûm cem Kosret Resûl pê re axivîm. Wî bi xwe got hêzekê îxanet li me kir."
Kerkûkî wiha didomîne: "Piştre ez çûm cem Şêx Cafer min got çi diqewime, got here ji Westa Resûl bipirse. Westa Resûl jî got me bi Qasim Silêmanî re li hev kiriye emê Kerkûkê teslîmî wan bikin."
Di 16ê Cotmeha 2017an de kurê Celal Talebanî Pavêl û biraziyên wî Lahor û Arad Şêx Cengî îxanet bi Kurdan kiribûn û Kerkûk teslîmî Heşda Şebiyê kiribûn.