Kurdistan
Serok Barzanî balyozê Îranê qebûl kir hûzûra xwe
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî balyozê Îranê yê li Bexdayê Kazim Al Sadegî qebûl kir û her dû teref li ser têkiliyên duqolî, rewşa Iraqê û rewşa siyasî ya herêmê axifîn.
Li gor ragihandina baregeha Barzanî ku ragihand:
“Di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û herêmê danûsitendin hatin kirin û serok Barzanî behsa armanca xwe ya seredana Bexdayê kir û sedemên wê ragihand.”
Balyozê Îranê got ku ew girîngiyê didin seredana serok Barzanî ya Bexdayê û destek dikin. Balyoz xwest ku ji seredanê encamên baş derên û bixebitin da terefên siyasî yên li Iraqê li ser peymanên hene, bixebitin.
Di civînê de daxwaza hêviya pêşdedbirina têkiliyên duqolî hat kirin.