TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi balyozê Brîtanya re civiya: Wê pêwendî bên pêsxistin

Admin H
Nivîskar
📅 05 hezîran 2022 18:30

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Hezîranê, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir. Balyozê Brîtanya ji Serok Barzanî re, pabendbûna welatê xwe bi encamên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê û pêşvebirina pêwendiyên dualî dubare kir.

Piştî civîna ku Konsulê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt jî tê de amade kir, hat ragihandin ku pêngavên nav proseya siyasî ya Iraqê, zehmetî û astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê û Serok Barzanî tekezî li wê kir ku pabendbûn bi destûrê û guftûgoyan, çareseriya pirsgirêk û qeyranên Iraqê ye.

Herwiha girêdayî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî pabenbûna xwe bi parastina mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dubare kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de jî pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, hatin axaftin û Balyozê Brîtanya li Iraqê pabendbûna welatê xwe bi encamên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê û pêşvebirina pêwendiyên dualî dubare kir.

Parve bike: