Kurdistan
Serok Barzanî bi Parêzgarê Necefê re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Necefê, Yusuf Gennawi û endamên Encumena Parêzgeha Necefê kir.
Daxuyaniyek ji ofîsa Barzanî diyar kir ku Serok Barzanî îro (Duşem, 18ê Gulana 2026an) pêşwaziya Parêzgar Yusuf Gennawi û endamên Encumena Parêzgeha Necefê kir.
Di hevdîtinê de ku rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kir, tekezî li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Necefê de hat kirin. Di hevdîtinê de her lwiha bal hat kişandin ser ji nû ve sazkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de, bi taybetî pêşxistina têkiliyan di warên jîngehê û yên din de.