Kurdistan
Serok Barzanî Dr. Selîm Cibûrî qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê serokê Partiya Emel ya Iraqê û siyasetmedar Dr. Selîm Cibûrî qebûl kir. Di hevdîtinê de her dû alî li ser mijarên Iraqê û Rojhilata Navîn axifîn.
Her dû alî ragihandin ku têkiliyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Emel ê bi rêya diyalogan xurttir bikin.