TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Helebçe birîneke kûr e û tu carî nayê ji bîr kirin

📅 16 adar 2020 14:49

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera kîmyabarakirina Helebcê peyamek weşand. Serok Barzanî di peyama xwe dibêje, “Kîmyabaran kirina Helebçe birînekî kûr e, li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê ji bîr kirin.”

Di roja salvegera kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd de, Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe medya civakî Twitterê peyamek weşand û diyar kir ku, mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîst e êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh neke û qerebûya kîmyabaran û enfalkiriyan bike.

Serok Barzanî ev peyam weşand:

"Kîmyabaran kirina Helebçe berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku dijmin ji bo çewsandin û nehiştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da. Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebçeya Şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihîşt.

Kîmyabaran kirina Helebçe birînekî kûr e, li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê ji bîr kirin. Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîste jî êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kîmya baran û enfalkiriyan bike.

Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiyê."

32 sal di ser Komkujiya Helebcê re derbas bûn lê hêj birînên qurbaniyan teze ne!

Parve bike: