TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Komkujiya Helebce wê her û her di bîra me de bimîne

Admin L
Nivîskar
📅 16 adar 2023 16:57

PeyamaKurd – Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Komkujiya Helebce wê her û her di bîra me de bimîne.

Serok Mesûd Barzanî ji bo 35emîn salvegera Komkujiya Helebceyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir.

Serok Barzanî got: Tawanê bombebarankirina Helebce bi çekên kîmyayî ji aliyê hovtirîn rejîma serdemê ve wê her û her di bîra me de bimîne û tekez jî li ser wê yekê kir, hikûmeta Iraqê neçar e proseya avedankirina Helebceyê bide destpêkirin.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de gotina “Silav li canê qurbaniyan” bi kar anî.

Parve bike: