Serok Barzanî pêswazî li balyozê Japonyayê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Adarê li Selahedîn pêşwazî li balyozê Japonya yê Iraqê Suzukî Kutaru û şanda ligel wî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqê sersamiya xwe bi aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku ew aramiya Herêma Kurdistanê yarmetîder e bo ku rêxistin û kompanyayên Japonî bikarin bi başî û bê gîr û girift li Kurdistanê kar û çalakiyên xwe encam bidin.
Herwiha tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li warên cuda cuda bi taybetî di warê çandin û karebayê de pêş bikeve.
Serok Barzanî ji bo wan yarmetiyên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine spasî gel û Hikûmeta Japonyayê kir û hêviya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera her du aliyan xwest.
Di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê her du alî tekez li ser diyalog û rêkarên aştiyane ya ji bo çareserkirina qeyran û kêşeyan kir.