TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazîya Emar Hekîm kir

Admin H
Nivîskar
📅 18 mijdar 2025 20:55

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm re civiya û herdu aliyan hêvî kir ku, encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.

Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Mijdarê li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm re civiya.

Baregeha Barzanî ragihand: “Herdu aliyan di civînê de kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina hilbijartinên Parlementoya Iraqê diyar kir û hêvî kir ku encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.”

Parve bike: