Serok Barzanî: Serxwebûn ne xewn e, mafê Kurdan e û dê pêk were
PeyamaKurd - Serok Barzanî di beşa duyem a hevpeyvîneke taybet bo kanala MBCyê de, bersiva hin pirsyaran da.
Serok Mesû Barzanî di beşa duyem a hevpeyvîna di kenala MBC de, bersiva komeke pirsa da. Serok Barzanî derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de aşkere kir serxwebûn ne xewn e û mafê kurdan e û wê pêk were.
Derbarê pirsa MBC, ku piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û vegera kurdan bo Bexdayê, ma ew biryareke şaş bû, Serok Barzanî got:
Wê demê armanc, avakirina Iraqeke nû be û kurdan û hemû pêkhateyên din tê de mafên xwe werbigirin û welatî tê de hest bi ewlehiyê bike û hest bike ku welatekî wî heye û hest bike ku bi erk rabe, ta mafên xwe werbigire. Biryar ne şaş bû, belkû biryara her rast di wê demê de bû.”
MBC: Wê deme kê biryaran Kurdan da?
Serok Barzanî: Partiyên Kurdan biryar dan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û partiyên din û Parlemana Kurdistanê biryar dan.
Serok Barzanî derbarê destpêkirina Hakimê Medenî Paul Premer û yekem civîna wan de got: “Bo yekem car li Koşka Serokatiya Komarê (rêjîma berê) bi wî re civiyam, got: Ez nûnertiya civaka navdewletî û Serokê Amerîka dikim, li gor biryara Encûmena Asayişê, ev proseya dagîrkirinê ye û divê hûn hemû pabend bin. Hûn pêşniyazan bikin, lê ne merc e hûn razîbûnê li ser hemû tiştî ji min werbigirin.”
Serok Barzanî amaje bi helwesta xwe kir û got: “Min jî jê re got, ez li vir nûnertiya xwe dikim û bi navê xwe diaxivim, ez nabim şêwirmendê ti kesekî, baregeha min li Hewlêrê û heger tiştek bi te pêwîst bû, yan karekî te hebû, ez li Hewlêrê dibim.”
MBC: Te pêşbînî dikir, çarenivîsa Sedam Husên wiha ba?
Serok Barzanî: Min bawer dikir, ku heger bigihe astekê, dê dawî li jiyana xwe bianiya û ji xwe re dîrokek binivîsiya. Lê dema min dît çawa ew ji kortikê derxistin, ji çavê min ket.
MBC: Helwesta kurdan ji dadgehê çi bû?
Serok Barzanî: Helwesta Kurdan bi rûmet û mirovî bû.
MBC: Hin dengên Iraqî hebûn dibêjin, dibêjin li dadgehê sitemkarî li Sedam hat kirin û diviyabû Iraqiyan ew darizandiba?
Serok Barzanî: Ew ji ber hemû tawanên bi ser gelê Iraqê û cîranên Iraqê de hatine kirin berpirsyar bû. Bi ya min divê di şeva cejnê de nehatiba bidarvekirin, berî cejnê, yan piştî cejnê.
MBC: Dema te dîmena Sedam dît bi da ve bû, hesta te çi bû?
Serok Barzanî: Min hest kir ku Xwedê tolê li stemkaran vedide. Xwedê derfetê dide, lê piştguh nake.
Pêwendiya Kurdan û Amerîkayê di serdema George Bush de
Serok Barzani: Di ser dema Geoge Bush ê bavik de, Amerîka ji me re got, ku hêzên me dê vekişin û tenê navendeke hevahengiyê li Zaxo dihêlin, heger hikûmeta Iraqê jî êrîş we bikin, emê bersivê bidin, lê heger hûn êrîş bikin, em destêwerdanê nakin, ev nameya Washigtonê bû. Piştî Clinton hat, nameya Amerîka hat guhartin, Amerîka got, heger hûn êrîşî artêşa Iraqê bikin, em destêwerdanê nakin, emê destêwerdanê bikin, lê di dem û cihê ku em diyar bikin de. Min jî ji wan re got: Heger em mirin, fatîhê li ser me nexwînin. Ango em nerazî bûn.
Piştre û berî ketina rêjîma Sedam, di serdaneke neragihandî de em çûn Washingtonê. Dema me bawer kir ku rast biryarek bi hilweşandina rêjîma Iraqê heye, me ji Amerîka re got, heger hûn cidî ne, em jî cidî ne. Em dixwazin derfetek were pêş, em Iraqeke nû ava bikin.
Pirsîn, pêşniyara we çi ye? Me got, divê kongreyek ji hemû aliyên opozîsyona Iraqê re bê kirin, li wir guftûgo bikin çawa Iraqa nû ava bikin. Di meha Berfanbarê de li Londonê kongre hat girêdan û rêkeftin li ser çawaniya avakirina Iraqê nû û dagirtina valahiyê hat kirin, lê di roja dawiyê de min hest kir ku hin alî dixwazin tolê vedin. Min gotarek pêşkêş kir û got, ez her dem li dijî dîktatoriyê me û min şerê rêjîmê jî kir, 37 kes ji malbata min ji bira, pismanên û zarokên pişmanên, 8 hezar ji eşîra min û 180 hezar ji netewa min bûn qurbanî, heger ji niha ve bîr li wê bikim ku piştî rûxandina rêjîmê, 37 kesan ji malbata Sedam, 8 hezar kesî ji devera Tekrît (devera Sedam) û 180 hezar kesî ji taîfeya wî bikujim, dê çi li vî welatî bimîne, heger her kesek bixwaze li tolvedanê bike.
Min got, tiştê herî baş ew e, em li ser lîsteya tawanbaran li hev bikin û wan bidin dadgehan û sizayên xwe werbigirin, yên din jî di welat bijîn û rûpeleke nû vekin.
MBC: Niyaza opozîsyona Iraqê wê demê tolhildan bû?
Serok Barzanî: Min got, ez niha li ser pêşeroja Iraqê ditirsim, em nikarin welat ava bikin, hinek ligel min bûn, hinek jî li dij.
MBC: Tu li dijî rîşekêşana Beis bû?
Serok Barzanî: Ez li dijî wê yekê me ku bi awayekî serederî bi paşmayên Beis re bê kirin, tenê ewên tawanbar in divê sizayên dadwerane werbigirin, lê yên din nabe şerê nanê wan were kirin. Ez ne li dijî rîşekêşana siyasî bûm, ez li dijî birîna nanê xelkê me.