Kurdistan
Serok Barzanî û Sadr bi rêya telefonê axifîn
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya telefonê bi serokê tevgera Sadr bi Muqteda El Sadr re axifî. Di axaftinê de behsa rewşa siyasî ya li Iraqê û pêvajoya piştî hilbijartina parlementoyê hat kirin.
Di hevdîtinê de behsa dewama diyalogê, çareseriya pirsgirêkan û ji bo îrada xelkê were cîh, behsa pêdiviya diyalogê kirin. Her weha behsa xizmeta di çarçoveya berjewendiyên xelkê de hat kirin ku divê siyasetekî wisa bê meşandin.