TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Îslamiya Iraqê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 05 sibat 2022 18:03

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Îslamiya Iraqê re civiya û di civînê de pêşhateyên dawî û guhertinên nav proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêj kirin.

Serok Barzanî îro 05.02.2022yê li Selahedîn, bi Serokê Encûmena Bilind a Îslamiya Iraqê Humam Hemûdî û şandeya li gel re civiya. Di civînê de pêşhateyên dawî û guhertinên nav proseya Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herwiha li ser pêngavên destûrî yên piştî hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê jî hatin gotûbêjkirin û ronîkirin.

Di civînê de li gel amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên Iraqê hate kirin, nêzîkbûn û hemahengî û berdewamiya pêwendiyên di navbera aliyên siyasî jî hat ziman û girîngiya wê ya derbaskirina pêşxistina proseya siyasî ya Iraqê amaje pê hate kirin.

Parve bike: