TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Generalê Brîtanî Sir John Lorimer re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2019 17:48

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan bi Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Berevaniya Brîtanya yê Rojhilata Navîn General Sir John Lorimer û Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes û Konsûlê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Thornton û şandeke ligel civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, peywendiyên Hewlêr û Bexda, çareserkirina destûrî ya kêşeyên Hewlêr û Bexda, meşq û rahênana bi hêzên Pêşmerge û berdewamiya çaksazî û reformên li Wezareta Pêşmerge hatin guftûgo kirin.

Li gorî daxuyaniya Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtina ku doh êvarê li Hewlêrê birêve çû de, şanda mêvan pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serok Barzanî jî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsolê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir û di kar û erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê xwest.

Di hevdîtinê de ji bilî babetên pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Brîtanya li warên cûda cûda, hevkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên hevpeyman bi taybetî Brîtanya ya binbirkirina metirsiya terorê û rûbirûbûna tundiyê, herwiha li ser avadankirin û gihandina xizmetguzariyê ji bo navçeyên ziyanberketiyên şerê DAIŞê û vegerana koçberan li ser warên wan hatin axaftin.

Parve bike: