Serokê Herêma Kurdistanê pêswaziya Konsûlê Gistî yê Çînê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya konsûlê giştî yê Komara Gel a Çînê li herêma Kurdistanê Ni Ruchi û şandeya li gel wî kir.
Konsûlê giştî yê Çînê û şandeya li gel pîrozbahî kirin û hêviya serkeftinê ji bo serokê herêma Kurdistanê xwest û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên li gel herêma Kurdistanê anîn ziman û agahî derbarê çalakiyên xwe yên li herêmê dan.
Hevdîtina îro 30.07.2019ê serê sibehê li Hewlêrê pêk hat de, serokê herêma Kurdistanê amaje bi peyvendiyên herêma Kurdistanê û Çînê yên di warên aborî, bazirganî, pîşesazî, rewşenbîrî, çandî, perwerde, xwendina bilind û pêşdebirina wan kir û di vê derbarê de amadebûna herêma Kurdistanê bo hemû alîkariyek û hemahengiyekî jî nîşan da.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya serokatiyê gotûbêja rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa avakirina piştî şerê DAIŞê û hemahengiya zêdetir a navbera sektora taybet a herdu aliyan bo pêşxistina pêwendiyên li gel herêma Kurdistanê û Iraqê jî aliyeke din ê hevdîtinê bû.