TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê Herêma Kurdistanê yasaya reforman pesend kir

Admin H
Nivîskar
📅 04 sibat 2020 19:33

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro yasaya çaksaziyê ya ku ji aliyê kabîneya nehem a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû amadekirin û ji Parlamentoyê derbas bûbû, pesend kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand, îro yasaya çaksaziyê ya mûçe, dermale, destkeft û xaneşînê li Herêma Kurdistanê îmze kiriye ku Encûmena Wezîran amade kiribû û şandibû Parlemana Kurdistanê û Palemanê jî roja 16. 01. 2020an pesend kiribû.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ev yasa cihê serinca çînên cuda ên civakê bûye, ji ber wê ji roja bi fermî gihîştiye Serokatiya Herêma Kurdistanê, şareza û pisporên li Serokatiya Herêmê û Encûmena Wezîran, gelekî bi hûrî guftûgo kirin û aliyên erênî û nerînî yên yasayê bi awayekî babetyane û hûr diyar kirin.”

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de destnîşan kir; “Hemû aliyan dilniya dikin, ku têgihîştina me ya temem bo wan serinc û têbîniyan heye bi taybet di warê xaneşîn de, tekeziyê jî li wê dikin, ku yasa pêngaveke din ya çaksaziyê ye di warê karîgerî û darayî de. Bi hevehangiya ligel tevahiya dam û dezgeh û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî, berdewam dibin bi pêngavên din ên çaksaziyê, ji bo berjewendiya giştî ya gelê Kurdistanê.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji vê rewangehê ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê radispêrin ta di demeke guncaw de proseya xanenişînê ya yekgirtî li Herêma Kurdistanê amade bike û pêşkêşî Parlemanê bike, bi awayekî binema û pîverên dadperweriyê tê de be û mûçexwaran dilniya bike, ku niha û dahatû jî maf û destkeftên wan misoger û parastî dibin. Herwiha di peyrewa bicihkirinê de wan têbîn û pêşniyazên derbarê yasayê de hatine pêşkêşkirin li ber çav bigirin, ew kêm û kurtiyên ku di cibicîkirinê de derkevin jî, bi serastkirina yasayê bêne çareserkirin.”

Parve bike: