Kurdistan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro civîneke çapemeniyê li dar dixe
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê îro bi civîneke çapemeniyê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din biaxive.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11.05.2022yan di saet 12:00ê de, civîneke çapemeniyê li dar bixe û wê di wê civîna çapemeniyê de qala rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên li gel hikûmeta federal û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, guhertinên dawî û pêşkeftinên li Iraq û navçeyê bike.