Kurdistan
Serokwezîr Barzanî bi cîgirê fermandarê koalîsyonê bi Richard Bell re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, cîgirê serokê giştî yê hêzên koalisyona navdewletî ya li dijî DEAŞ ê yê ji Iraqê û Sûriyê berpirs Richard Bell û heyeta pêre qebûl kir. Her dû teref behsa girîngiya hevkariya li dijî terorê kirin.
Di hevdîtinê de li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û gelkî mijarên din yên her dû aliyan eleqedar dike, axifîn. Pêdiviya koordînasyon û hevkariya Herêma Kurdistanê û hêzên koalîsyonê ya li dijî terora li herêmê û pêdiviya wê, her dû terefan anîn ziman.