Serokwezîr Barzanî: Karê me yê sereke rûbirûbûna gendelkaran û reform in
PeyamaKurd – Serokwezîrê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî wergirtina baweriyê û merasîma sondxwarinê ya li Parlamentoya Kurdistanê gotarek pêşkeş kir.
Serokwezîr Barzanî di gotara xwe de bi taybet destnîşan kir ku karê sereke rûbirûbûna gendiliyê û encamdana çaksaziyê ye.
Mesrûr Barzanî spasiya kabîneya heştem a bi seroktiya Nêçîrvan Barzanî kir û got, di kabîneya nû de ewê hewl bidin di asta hêviyên xelkê de bin û hêla sereke ya kabîneyê, xizmetkirina xelkê ye.
Today we inaugurated a new Kurdistan Regional Government, marking a new era for Kurdistan. My commitment now is to work together with every party and every part of our nation to build a strong Kurdistan region for all- mb. pic.twitter.com/4gNElmOlMu
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) July 10, 2019
ÇEND SERNAVÊN GIRÎNG JI GOTARA KARNAMEYA SEROKWEZÎR BARZANÎ WIHA NE:
- Em dixwazin ji destpêkê ve bi xelkê xwe re rast û zelal bin.
- Li gor rapirsiyan, daxwaza piraniya welatiyan rûbirûbûna gelendiyê ye, karê me yê sereke rûbirûbûna gendeliyê û encamdana reforman e. Ji niha pê de bi ti awayî em li hember gendelkaran nerm nabin.
- Hemû wezîr divê ajande û karnameya hikûmetê bicih bikin û rê nadin ti wezîrek ji derveyî hikûmetê kar bike.
- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî niyatpakiya xwe nîşan daye, ji bo nîşandana niyetpakiya xwe em dê di heyameke nêzîk de serdana Bexdayê bikin.
- Em dê hewl bidin hêzên serbazî li Herêma Kurdistanê bikin yek.
- Hewlên me ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê dê berdewam bin.
- Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê dê ji bo danûstandina ligel Bexdayê, desteyeke hevbeş ava bike.
- Mesrûr Barzanî 2yê Adara 1969an li gundê Dîlman ê navçeya Balekayetî li Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye.
- Zewicî ye û bavê sê zarokan e.
- Sala 1985ê di temenê 16 saliyê de bûye Pêşmerge.
- Zanistên siyasî li zanîngeha Amerîkî ya Washingtonê xwendiye.
- Bawernameya Masterê di warê aştiyê û çareserkirina nakokiyan de wergirtiye.
- Di kongreya 12 ya PDKê de sala 1999an bûye Endamê Serkirdetiya PDKê û her wê salê bûye Endamê Polîtbûroyê.
- Sala 2010 di kongreya 13 a PDKê de dîsa weke Endamê Polîtbûroya PDKê hatiye hilbijartin.
- Sala 2005an Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ava kiriye.
- Di 8ê Tîrmeha 2012an de bûye Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.
- Serokê Fexrî yê Borda Zanîngeha Amerîkî ya li Duhokê ye.