Kurdistan
Serokwezîr Barzanî: “Pirsgirêka Iraqê, nebicîhkirina destûrê ye”
PeyamaKurd- Serokwezîrê kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema ku serok û rêvebirên îdarê yên Navenda Diyalîzê ya Rafideynê qebûl kir, li ser mijara pêşdeçûnên li Iraqê axifî û got ku têkiliyên navbera Kurdistanê û Bexdayê xweş bin, ev bo temamê xelkê Iraqê baş e.
Barzanî ji wezîfedarên Rafideynê xwest ku xelkê nêzî hev bikin û rolekê bigrin ser xwe û bo cîbicîhanîna destûr û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê destekê bidin. Barzanî di mijara guherandina destûrê de weha got:
“Pirsgirêkên Iraqê ne ji naveroka destûra Iraqê tên. Pirsgirêk bi sedema xalên destûrê nayên bicîhanîn, dertên.”
Serokwezîr Barzanî got ku eger maf û erkên Kurdistanê yên ku di destûrê de hene û bên guhertin, wê ti carê wê yekê qebûl nekin.