Kurdistan
Serokwezîrê Iraqê: Îraq û NY li ser darizandina DAISiyan danûstandinan dikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî dîyar kir ku bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser darizandina terorîstên biyanî yên DAIŞê danûstandinan dikin.
Abdulmehdî di civîneke rojnamevaniyê de da zanîn ku Bexda li ser darizandina terorîstên DAIŞ’ lêkolînan dike û dê agahiyên xwe bide NYyê.
Abdulmehdî got, "Me derbarê çekdarên DAIŞ’ê yên li Sûrîyê di destê Kurdan de ne û li Îraqê ti şer nekrine hîn ti pêşnîyaza cidî nestand’’
Tê zanîn ku di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, ku Amerîka piştgirîya wê dike, ji nêzî 50 dewletan bi hezaran çekdarên DAIŞê hene.