TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Dersîmê hatin bibîranîn

Admin H
Nivîskar
📅 15 mijdar 2020 20:55

PeyamaKurd – Rêberê Kurd û pêşengê serhildana Dersîmê Seyîd Riza û hevrêyên wî îro 15ê Mijdarê di salvegera darvekirina wan de hatin bibîranîn.

Li ser navê Platforma Demokrasî û Kedê li Meydana Seyîd Riza a Dersîmê daxuyaniyek hat xwendin û tê de Seyîd Riza û hevrêyên wî ku 83 sal berê hatibûn darvekirin hatin yadkirin.

Di daxuyaniyê de platformê bal kişand ser bêdadiya dadgehkirin û îdamkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî û hat diyarkirin ku hê jî girteyên dadgehê nehatine eşkerekirin.

Seyîd Riza û hevalên wî bi hinceta ku serî li hember komara Tirkiyê hildane 15ê Mijdara 1937an piştî dadgehkirineke formalîte hatibûn darvekirin.

Rêberê Kurd Seyid Riza û hevrêyên xwe 83 sal berê...

 

Parve bike: