Sîrwan Rojbeyanî wekî parêzgarê Nînowayê hat hilbijartin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî ji kar dûrxistina parêzgarê Nînowayê Mensûr Meîd, îro Encûmena Parêzgeha Nînowayê, Cîgirê Yekem ê Parêzgarê Nînowa yê Kurd, Sîrwan Rojbeyanî, wekî serokê parêzgeha Nînowa erkdar kir.
Parêzgarê Nînowayê di civîna Encûmena Parêzgehê ya îro 19ê Mijdarê de ji kar hat dûrxistin û li şûna wî jî Sîrwan Rojbeyanî ku Kurd e hat raspartin.
Parêzgarê ji kar hatiye dûrxistin Mensûr Merîd 13ê Gulana 2019an li şûna parêzgarê beriya xwe Newfel Hnemadî hatibû ser kar.
Hat zanîn ku dema civîna encûmenê li dar dike, hêzên ewlekariyê ji bo astengkirina dengdanê avahiya parêzgariyê dorpêç kirine, lê dîsa jî civîn birêve çûye û bi piraniya dengan parêzgar hatiye dûrxistin.
Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên giştî yên Iraqê de, li Nînowayê û Mûsilê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wekî partiya yekemîn derketibû.