SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Kurdistanê da
PeyamaKurd - Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku kompaniya navdar a fezayî ya Amerîkayê SpaceX, di destpêka meha Hezîranê de ji bo pêşkêşkirina xizmeta înterneta peykî ya Starlinkê ya li herêmê bi awayekî fermî serlêdan kiriye.
Piştî hevdîtinên asayî yên online, di 30ê Hezîrana 2026an de heyeteke paybilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên serekî yên lîsans û karûbarên Rojhilata Navîn ên SpaceXê civiyan.
Hate diyarkirin ku di vê hevdîtinê de, şert û mercên hiqûqî û pîvanên teknîkî yên wezaretê ku berjewendiyên welatiyan diparêzin bi awayekî berfireh ji aliyê nûnerên herêmê ve hatin pêşkêşkirin û hat ragihandin ku her du alî li ser destpêkirina vê xebata nû gihîştine lihevkirineke erênî daku ev pêngava nû ya teknolojiyê bi serkeftî were bicihanîn.