TR KU SO
FB X
Kurdistan

Steven Fagin bi spasdarî xatir ji Hewlêr û Kurdististanê xwest

Admin H
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2020 20:30

PeyamaKurd – Konsûlê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin, bidawîbûna erka xwe ya li Herêma Kurdistanê ragihand û spasiya Hewlêrê û Herêma Kurdistanê kir.

Fagin li ser medya civakî bidawîbûna dema posta xwe ya konsûliya Amerîkayê li Kurdistanê ragihand ku 2 sal in li wir kar dike.

Steven Fagin got, du solên borî min wek mala li Kurdistanê nerîye, hez dikim spasîya xwe pêşkeş bikim ji bo heval, bîranîn û bi hev re pêkanîna karên şayiste û watedar.

Fagin herwiha da zanîn ku li şûna wî Rob Woler wekî Konsûlê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê hatiye diyarkirin.

Peyama Steven Fagin wiha ye:

Li gel amadekarîyên xwe bo hiştina Hewlêrê, ku ev du salên borî, min wek mala xwe lê nerîye, hez dikim spasîya xwe araste bikim li beramber heval û bîranîn û bi hev re bi desthînana karên şayiste û watedar. Karkirin li gel xelkê Herêma Kurdistanê bi arasteya pêşxistina armancên hevpişk, îmtiyaz û namûs bûye bo min. Hevdem jî bûye pişkek xuya û serekî ya karê min. Xweşhal bûm bi karkirinê li gel cîgira Konsulê giştî, Êlîzabêt Rewzinstok- Sîler ku ew jê bi van nêzîkan Hewlêr dihêle û herwiha tevaya stafa konsulxanyê ke bi rêya wan ve Amerîkayê peywendîyên xwe li Herêma Kurdistanê bihêz kiriye. Tika dikim binerên pêca me bin di sosyal medyayê de bo bixêrhatina konsulê giştî û cigirê konsulê giştî yên nû, Rob Woler û Keytî Katzer di çend rojên dahatî de. Li van wêneyan binerin ku hinek ji berçavtirîn wan dema nîşan dide ku min li Herêma Kurdistanê bihurandine. Spasîya we dikim bo hevbeşkirina kultura we ya nayab li gel me di dema du salên borî de.

Parve bike: