TR KU SO
FB X
Kurdistan

Teqemeniya bi dest çêkirî avêtin markete

Admin M
Nivîskar
📅 15 nîsan 2020 02:16

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçe ya Sûrê, li caddeya Mêrgehmedê 2 kesên ku ser û rûyên xwe girtibûn, teqemeniya ku bi dest çêkiribûn, avêtin nava marketekî û bilez ji marketê derketin û reviyan. Tevgerên di bûyerê de, bi kamerayan hatin tesbît kirin. Piştî teqemeniyê avêtin nava marketê, bilez ji marketê derketin û di nava kolanan de reviyan. Teqemenî teqiya û agir bi marketê ket.

Kesên ku bûyerê dîtin xeberê dan polîs, îtfaiye û tîmên tenduristiyê. Hemû tîm çûn ciyê bûyerê agir vemirandin. Kuştî an birîndar tine ne lê xesara zêde gihaye marketê.

Polîs bo kesên ku bûyerê kirine bigrin, dest bi operasyonan kirin.

Parve bike: