Gav hat avêtin: Wê hişê çêkirî bi Kurdî biaxive
PeyamaKurd - Newroz Telecom ku yek ji kompaniya xizmetguzariyên pêwendî û dîjîtal li Herêma Kurdistanê ye, bi şîrketa jêrxana teknolojiya hişê çêkirî ya Erebistana Siûdî OmniOpsê re dest bi hevbeşiyeke stratejîk kir.
Armanca sereke ya vê hevpeymaniyê avakirina yekemîn platforma hişê çêkirî ya danûstandinê bi zimanê Kurdî ye ku bi navê "KI" tê naskirin.
Ev platforma ku bi teknolojiya "Bunyan" a OmniOpsê dixebite û di nav jêrxana Newroz Telecomê de bi awayekî navxweyî hatiye bicihkirin, garantî dide ku dane û pêvajoyên zîrek dê di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bimînin û ewlehiya wan were parastin.
Platforma KIyê ku valahiyeke mezin a zimanî di warê teknolojiya hişê çêkirî de dadigire; ligel zimanên Erebî û Îngilîzî, dê bi zaravayên Kurmancî û Soranî jî xizmetê pêşkêşî bikarhêner, bazirgan û saziyên li seranserê herêmê bike.
Rêveberên her du şîrketan bal kişandin ser girîngiya vê pêngava dîjîtal û destnîşan kirin ku ev hevkarî dê bibe bingeha guherîneke mezin a teknolojîk.
Rêveberê Giştî yê Koma Newroz Telecomê Îsmaîl A. Mihemed diyar kir ku ew bi vê projeyê şiyanên zîrek ên ku ji ziman û çanda Kurdî fêm dikin ava dikin û ev yek jî destpêka vîzyoneke berfirehtir e ji bo pêşengiya dîjîtal a Herêma Kurdistanê.
Rêveberê Giştî yê OmniOpsê Mihemed Eltesen anî zimên ku hişê çêkirî yê serbixwe bingeha baweriyê ye û ew bi vê xebata hevpar standardeke nû ya teknolojîk datînin.
Ev destpêşxerî, wekî qonaxa yekem a stratejiya guherîna dîjîtal a Newroz Telecomê (ku ji sala 2007an ve kar dike) tê dîtin. Herwiha OmniOpsa ku di sala 2024an de hatiye damezrandin û bi 8 milyon dolarî piştgirî wergirtiye, bi vê hevkariyê armanc dike ku paşeroja teknolojîk a herêmê bileztir û pêşketîtir bike.